BERXWEDANA ÇANDÎ YA LI ROJHILATA NAVÎN

Ekîn RONÎ

Rojhilata Navîn hem ji bo gelan hem jî ji bo dewletan qadeke jiyanê ya girîng e. Lewre bingeh û cewhera jiyana mirov li vir e. Rojhilata Navîn dergûşa mirovahiyê, ji wê jî wêdetir hembêza dayikê ya ji bo mirovahiyê ye. Di dîrokê de gelek tişt cara pêşîn li vir hatin afirandin.

ZANISTEKE NÛ: JINEOLOJÎ

elê xwendevanên hêja. Di vê meha bihurî de konferansa Jineolojî hate lidarxistin. Li ser vê konferansê me bi mêvanê xwe bi endama komîteya Jineolojî brêz Sema Amed re guftugoyek kir. Em dixwazin vê guftugoyê bi we xwendevanên xwe re jî par ve bikin.

Sterk Garzan: We konferansa Jineolojî cara yekemin di qadên çiya de lidarxist. Em dixwazin destpêkê ji we pirsa Jineolojî çi ye bikin? Pişt re pirsên xwe yên din bikin.

Sema Amed: Jineolojî zanisteke nû ye. Zanisteke di çarçoveya jinê de, bi navenda jin û li derdora jinê tevahî civakê û jiyanê nirxandine. Jineolojî zanista jin û jiyanê a civakî ye.Dema zanisteke civakî ne be ji civakê qut û ji xwe bi eqlê mêrê serdest tê lidarxistin ew civak. Tu dinêrî civakê ava nake. Ew civakîbûna jinê ya ku bi deh hezarsalan e çêkiriye bi hezar û yek kedî, mirov kiriye mirov hetanî îro aniye ev zanistên heyî hemû vê civakîbûnê belav dikin. Wê civakê dixin xizmeta desthilatdarî. Komeke biçûk serdestî û bindestî çêdibe, feqîrî û dewlemendî çêdibe hwd. bi her cure dubendî di civakê de çêdibe. Evana hemû encamê mêrê serdest in.

Hatime Dîtina Te

JI Pênûsa Gêrîla

Îro ti wan çiyayê mor cardin vebibêje… di çemên berbi Avaşînê di herikin  cardin behsa meşa me bike. Di nav şikêrên tûj û zor bi nepenî de bi matmayînek hembêzkirina bi coş berxtewariya me bibêje. Ma em ketibûn nav zeviyekê, an wê rojê çiyayan fîstanekî bi kulîlka li xwe kiribûn? Di pêşveçûna her gavekê de reng vedugherîn sor.

DEMA HÊVİYÊ JİYANÊ NAMÎNE…!

Laleşîn Malik

Civaka xwezayî li ser bingehên nirxên jin ê afirêner hatiye avakirin. Ev nirx û afirandin avakirina jiyanê bixwe ye. Lê bi derketin û destavêtina heşmendiya zilam ya  van nirxan, pergala civakî dest dayê guhartin. Bi destê rahîbên Sûmera civaka desthiyaldariya zilam ya hatiye avakirin bi tecawuza jiyana jinê xwe weke çanda şaristaniyê da avakirin, weke çanda jiyanê xwe bi rêya nifşên nû derbasî pêşerojê kir. Ev çand heta niha didome. Di roja îrode hemû nêzîkatiyên jixwe wêdetir dîtin, xerabî, biyanîkirin, pûçkirin, desthilatî bingehê xwe ji vê çanda tecawuzê digire.

Rondikên We Diramûsim

Dêrsim Zêrevan

Di nava çend kêliyan de min digot qeyî dilê min nema di qefesa sînga min de hiltê. Her ku diçû diwerimî û mezin dibû. Lê dîsa jî ew di ber gotin, hest û rondikan re nedigiha. Ne digiha ku hemûya di kewara xwe de zeft bike. Ne digiha ku hemûya ji ber bike. Himêz û destê xwe di ser de bibe. Gelo, dile min biçûk bûye an lewaz bûye? Di nava çend kêliyan de min dilê xwe di dadgeha wijdanê xwe de da ber lêpirsînê, bê ka ev çi û ne çiye.

Yekane Çaresazê Qeyranên Serdemê Xeta Sêyem e

Kordînasyona RAJIN

Di vê pêvajoya ku qeyranên modernîteya kapîtalîst wer diqulipe bi ser buhranên avanî, pergal ji bo xwe li ser lingan bigre di her astê de di nav hewldanan de ye. Kapîtalîzmê ji bo buhran derbas bibe çareseriya ku dîtiye; firehkirina qadên hegemon, qutkirina civakê ji nirxên exlaqî û polîtîk û lez daye pêşketinên teknolojîk ku ev di wateyeke cidî de mêzînên ekolojîk tehdîd dike. Bi vê rêyê jî di sedsala dawî de mirovahî ber bi sê şerên cîhanê ve kişandiye, texrîbata madî û menewî ya herî mezin rû daye. Di rewşa heyî de îşareta vê derketiye holê ku çi di warê civakî, çi jî ekolojîk de be hatiye asta ku nikare sîstema kapîtalîst hilgire. Di qonaxa dawî ya şaristaniyê de pergal hema bêje bûye caniwerek ku xwe dixwe. Di aliyên aborî, civakî, çandî û exlaqî de xitimînê dijî. Hamleyên siyasî û leşkerî yên pergala kapîtalîst her ku roj dibore, bêtir rastê hêrs û tengezariya jin û gelan tê, lêgera ji bo feraset û bizavên azadîxwaz ên demokratîk û çareseriyên ku xwe dispêre hêza cewherî zêde dibe.

Di sedsala heyî de navgîna şerên parvekirina emperyalîst herêma Rojhilata Navîn bûye. Kapîtalîzm ku qonaxa dawî ya şaristaniyê ye, bi awayeke bêperwa êrîşê mekanê zayîna mirovahiyê dike. Encex her ku êrîşên wî dijwar dibin, xwe jî dixeniqîne. Feraseta pergala kapîtalîst a domandina hebûna xwe ku xwe dispêrê, li gor karakterê wî, bi rêya şeran qadên desthilatdariyê fireh bike. Heke were dîqetkirin, di cîhanê de qadek ku nehatibe mêtingeh kirin nemaye, bi taybet jî herêma Rojhilata Navîn bi sed sal e bi şîdet, zext û dîktatoriyan tê mêtinger kirin, li kêleka vê dijbertiya pergala kapîtalsît jî derketiye, bi encamên pir giran re rûbirû maye. Bi vê sedemê di demên dawî de baweriya pergala kapîtalîst ji xwe re di asteke cidî de qels bûye. Ji hêlekê ve teknolojiya çek mezin dike û zemînê şer gur dike, ji hêla din ve pir ditirse ku nikaribe wan bertekên ku pê re rûbirû bimîne kontrol bike. Sîstema ku li ser şerên cîhanê yên yekem û duyem hate înşakirin, di serî de li Rojhilata Navîn di tevahiya pergalê de beriya ku sedsalekê jî bimîne, zingila alarmê lêxistiye. Ruxmî hemû polîtîkayên dijîtiya civakîbûnê jî, têgihîştin û ezma berxwedanê ya gel û jinan zêde bûye. Bi awayeke zelal eşkere bûye ku sîstem -ku dihesiband xwedayî (tanirsallaşma) bûye- heya ku xwe nesipêre civakê hîç û pûş e. Zilamên “xwedê yên li ser rûyê erdê dimeşin” baweriya ji bo xwedayên şaristaniyê jî sist kirine. Herêma Rojhilata Navîn ku qada herî zêde êrîş lê dijwar bûye, di heman demê de qada ku li dijî pergalê berxwedana herî xurt pêşketiye ye. Li herêmê pergala kapîtalîst tam ketiye bêrêyê (çikmaz). Hema bêje civakîbûna Rojhilata Navîn a qedîm şaristaniyê ceza dike. Li axên ku Sîmorx xwe ji xweliya xwe jinûve diafirîne, dîrok careke din ji civaka ku xwe diafirîne re şahidiyê dike.

Netew-dewletên ku hîmê wan di şerê cîhanê yê yekem de hate avêtin û piştî şerê cîhanê yê duyem nîzameke rûnişkandî wergirt li ser netewperestî, zayendperestî û olperestiyê hatiye înşakirin, dijminên herî mezin ên mozayîkên  gelên Rojhilata Navîn in. Însanên herêmê bi awayê etnîkî, olî, mezhebî, çandî û erdnîgarî ve hatine parçekirin, her parçeyek jî kirine dijberê parçeyê din. Hêzên hegemonya kapîtalîst van hevberbûnan (karştilik) bi hev didin şerkirin, bixwe jî rola hakemtiyê digre û polîtîkaya ku li ser hemûyan serweriyê pêkbîne dimeşîne. Di şerê cîhanê yê yekem de Ereb dabeşî 22 netew-dewletan kirin, Fars û Tirk jî kirin netew-dewletên cihê, vê jî bi xwe re pratîkbûna hegemonya Ingilîsan li herêmê anî. Piştî şerê cîhanê yê duyem jî bi alîkariya DYE netew-dewleta Israyîlê li navenda vê pergalê hate bicihkirin. Lê belê kêlên dirûnê negirtine û herêma me bûye qada şerê hundirîn ya bêdawî. Şerên Ereb-Îsrayîl ên Kronîk, gengeşeyên di navbera Kurd-Fars, Kurd-Tirk, Kurd- Ereb, pevçûnên Sunnî-Şîe û li mehelî nakokiyên çandî, etnîkî, mezhebî, ji rastiya zihniyet û avaniya pergalê çavkanî digre, bûye birîna xwînîn. Hêzên hegemon ên rojavayî mîmarên vê projeyê ne, di roja îro de armanc dikin ku careke din Rojhilata Navîn bi hebûna Îsrayîlê lihevhatî û heta li gor hegemona Îsrayîlê sererast bikin. Li ser vê bingehê jî hewl didin ku rêvebiriyên hevkar (îşbîrlîkçî) ên nû bînin ser desthilatiyê. Netew-dewletên zêde totalîter ên herêmê jî herçend bi heman ferasetê hatin avakirin jî, piştî şerê Ereb-Îsrayîl, mêzîn pir guherîne û heta hin dewlet berjewendiyên hêzên hegemonya rojavayî tehdît dikin. Bi vê re eşkere bûye ku netew-dewletên din, ne di wê qabiliyetê de ne ku bikaribin xitimînê derbas bikin. Ku ev rewş bi xitimîna sîstema kapîtalîst re gihîştiye hev, dîsa mudaxelekirina herêma Rojhilata Navîn bûye armanca serke ya hêzên hegemonya rojavayî.

Wek ku tê zanîn starta projeya jinûve sererastkirina Rojhilata Navîn bi komploya li ser Rêber APO, hate dayîn. Hedef dikirin ku Rêber APO teslîm bikin û wiha Tirkiyê bikin lingê bingehîn ê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin li herêmê û bizava azadiya Kurd jî ji astengbûn li pêşiya PRM (Projeya Rojhilata Navîn a Mezin) were rakirin. Nexasim, li Rojhilata Navîn yekane rêxistina ku li ser bingeha hêza xwe ya cehwerî têkoşîn dimeşîne, ji bo gelên herêmê dibe îlham û wek îdeolojîk-polîtîk alternatîf pêşdixîne bizava azadiya me ye. Piştî komploya navnetewî, bûyerên 11’ê Êlûnê ku kirin hinceta mudaxekirina li herêmê û nayê zanîn ji hêla kîjan hêzê ve pêkhatiye, bûye îlana şerê cîhanê yê sêyem. Efxanistan û Iraq ji ber cihê herî hesas ê herêmê ne, bi hêsanî bûne hedefa êrîşan, yekem êrîş li wir kirine. Bi armanca ku eniya berxwedana Rojhilata Navîn qels bikin dijmineke nû hatiye çêkirin. Piştî Sosyalîzma Pêkhatî metirsiya “terorê” wek amûrê rewakirina hemû kiryarên şer hatiye bikaranîn, tê bikaranîn. Piştî ku şer destpêkir, pir nîzamên sîtatîk ên avabibûn derizîne, lê însan bi şertûmercên hîna sehmnak (korkunç) rûbirû hiştine. Li her derê ku mudaxele lê hatiye kirin şerê hundirîn jî pêktê. Bi dewsa pirsgirêk çareser bibin, hîna jî kûr bûne. Di asta ku DYE û alîkarên wî -ku êrîş dane destpêkirin- nekarîne vangîna kaosa heyî ji holê rakin, li zehf cihan bi bazdan hêzên xwe yên leşkerî vekişandine. Li pey xwe jî welatên ku rojane dibin dika bûyerên qirkirinê, bê îstîqrar in, dilbiguman (guvensîzlîk) in û hemû çavkaniyên xwe yên aborî dane destên hêzên mêtinger hiştin. Bûn sedem li vê erdnîgariyê herdayîm şerên hundirîn bidomin. Di şerên hundirîn ên li her derê didomin de bi sedan însanên sivîl mirin, bi sed hezaran jin rastê tecawizê hatin, zarok û jin li kolanan di nav birçîbûn û belengaziyê de digevizin, dikevin destên bazirganên însanan, eserên herî dîrokî yên mirovahiyê di asteke pir bilind de têne texrîbkirin.

Dîktatoriyên netew-dewletên heyî piştî şerê cîhanê yê yekem, bi destên hêzên rojavayî ve hatin çêkirin, ku ev paradoks were berçavgirtin, bêguman pêdivî heye ku ev netew-dewletên ku dij-gel in werin derbaskirin. Lê belê hîna sed sal neboriye, dîsa eynî hêz di eksena berjewendiyên xwe de dikin ku pergalê jinûve biguherin, ev jî nîşan dide ku dîsa bi heman encaman ve dê rûbirû bimînin. Ruxmî ku armanca êrîşan ji bo kûrkirina hegemonyayê ye, durûşmeyên demokrasî û azadiyê kirine serekeyên xwe. Mafên xwezayî yên gel û jinan suîstîmal dikin, hewl didin ji bo êrîşên xwe li ser herêmê alîkar kom bikin. Ango bangeşeya mêtîngeran a azadiya gelan û demokrasiyê ji demagojiyê pêvetir ti wateyekê nagire. Di pêvajoya ku em jê diborin de sê xetên bingehîn hene ku pêwîst dike bi xetên qalind li ser bisekinin. Ya yekem netew-dewletên statukoparêz û antî-demokratîk ên herêmê ne, ku teqez divê werin derbaskirin. Ya duyem hêzên sermyayeya global ku hegemonya DYE serkêşiya wê dike. Armanca wan bi temamî ew e ku temenê kapîtalîzmê dirêj bikin, ji pevçûna gelan sûd bigrin, çavkaniyên wan ên aborî bimêjin û sîstemên girêdayî xwe pêk bînin. Ango ev xet wek navenda qirkirina civakê, dijminê sereke yê gel û jinan e. Rêya sêyem jî xeta jiyana azadîxwaz-demokratîk paradîgmeya Modernîteya Demokratîk e. Hêzên statûkoparêz ku qalibên zihnî yên şaristaniyê û hêzên hegemonya pergala kapîtalîst nekarîne derbas bikin, herêm ber bi qada şerê koran ve kişandine, kiryarên dij-mirovahiyê û şerên hundirîn bûye taboloya rojane ya herêmê. Li Rojhilata Navîn hem yên mudaxele li wan dibe, hem jî yên mudaxele dikin wiha ketine nav avzêmê. Wek ku Rêbertiya me jî dibêje “Rojhilata Navîn xwe dikuje”. Hem nûnerên  pergala kapîtalîst, hem jî polîtîka û zihniyeta hêzên statokoparêz ku pêvek û berdewama wan e û di cewher de duyemîn rûyê heman rastiyê îfade dike, kolanên nabos (çikmaz) ên mirovahiyê ne.

Parêznameyên Rêbertiya me ji vê pêvajoyê re bûye mudaxeleyek pir xurt. Paradîgmeya Modernîteya Demokratîk li dijî sîstema şaristaniyê ya zilamsalar, dewletger-desthilatdar û zihniyeta netewperest, zanistperest û olperest formula şênber a pratîkî û ramyarî ya yekîtiya demokratîk a gelan û qadên jiyana azad e. Modela netewa Demokratîk ku feraseta jiyana azad û demokratîk a Kurdistanê -ku dilê Rojhilata Navîn e- di nav xwe de û gelên ku pê re dijî derdixîne holê, di bergeha ku tevahiya herêmê yekser û neyekser bandor bike, tê pêşkêşkirin. Kurdistan piştî hevpeymana Skeys-Pîcot hate dabeşkirin û her beşeke wê jî xistin jêr kedxwarî û mêtingeriya dewlet-netewekê, li beramberî vê rewşê, bêyî ku dest li sînoran were dayîn û an jî bibin dewlet, di qadên zihnî, siyasî, aborî û ewlekariya gelê Kurd de avakirina yekîtî û bê ku bi netew-dewletên pê re ye bikeve pevçûnê, li ser bingeha Xweseriya Demokratîk nêzîkatiya lihevkirinê heya dawî ronakbîr û çareserker bûye.

Li ser bingeha paradîgmeya Modernîteya Demokratîk a Rêber APO nêzîkatiya ku bi rêya diyalogên siyasî pirsgirêka Kurd çareser bike bûye sedem ji çareseriya pirsgirêkên herêmê bi rêbazên aştiyane re pêşengtî bike. Rêbertiya me ruxmî şertûmercên giran ên esareta pergala Îmraliyê jî bi caran bangewaziya ateşbesê kiriye, bi çareseriyên xweliqkar pêvajoyên ku xitimîne vekiriye. Herî dawî di Newroza 2013’an de manîfestoya ku li Amedê îlan kir, di serî de pirsgirêka Kurd ji bo pirsgirêkên tevahiya herêmê formûla rêbaza azadîxwaz, demokratîk û her wiha lihevker û aştiyane pêşkêş kiriye. Vekişîna gêrîla ji qadên pevçûnê û modela rêxistinê li gor pergala demokratk jinûve bidestgirtin, nîşanî hemû cîhanê daye ku feraseta Rêbertiya me ya çareseriyê çiqas stratejîk e. Bêguman dema ku ev pêngav hate avêtin, amanc ew bû ku; Kurdistan azad bibe û Tirkiye demokratîk bibe. Pêngavên hatin avêtin jî diyar kiriye bi berçavkirina nirxên demokratîk ên gelan pirsgirêk hîna hêsan dikare were çareserkirin. Lê belê AKP’ê ji serî ve wisa nêzîk pêvajoya demokratîkbûnê ku Rêbertiya me daye destpêkirin, nebûye. Ne wek pêvajoya muzakereyê, xwestiye wek pêvajoya tinekirina bizava me ya azadiyê binirxîne. Sedema bingehîn a vê nêzîkatiyê jî zihniyeta desthilatdar a AKP’ê ye ku li pêşberî demokratîkbûnê liberxwe dide. AKP’ê heya niha ji bo saxlemkirina desthilatiya xwe, ne tenê ji pirsgirêka Kurd re, ji hemû pirsgirêkên din re jî taktîkî nêzîk bûye. Yanî AKP demokratîkbûnê wek wendakirina hegemonya xwe dibîne. Duyemîn sedema ku AKP bi semîmiyet nêzîk pêvajoya demokratîkbûnê nabe jî; ji ber ji navikê ve bi hegemonya DYE ve girêdayî ye. Bi taybet xeyal dike ku di Projeya Rojhilata Navîn a Mezin de cendirmetiya DYE bike, wer dihesibîne ku dê bikaribe careke din pêvajoya Osmaniyan bijî, pişta xwe li vê rast kiriye û pirsgirêkên demokratîkbûnê negirîng dîtiye. Bi hemû cîranên xwe re pirsgirêk dijî û ev sekn ji sipartina xwe ya zêde bi DYE serbixwe nîne. Li gor hesaba ku kiriye dê li herêmê konjonktur li gor berjewendiya Tirkiyê -ku baskê pêşeng ê DYE ye- biguhere û dê Tirkiye ji vê yekê pareke zêde mezin werbigre. AKP bi vê xeletiya xwe, pêwîstî nabîne ku pirsgirka Kurd li ser bingeheke demokratîk çareser bike û Tirkiyê bi nirxên demokratîk pêş bixîne. Civak êdî hatiye asta ku nikare pirsgirêka Kurd hilgire û di asteke zêde de daxwaziyên çareseriyê bilind dibe. Rêber APO berpirsyarî daye ser xwe û bizava me pêngavên pir girîng avêtiye, ev ji vê çavkaniya xwe digre. Lê belê hukûmeta AKP’ê di mijara demokratîkbûnê de ti pêngav neavêtiye, ziman û bilêvkirina xwe ya şer neguhertiye, bi ser de jî li Rojava li beramberî gelê Kurd bi awayeke vekirî çeteyên har di warê çek, lojîstîk û siyasî de destek kiriye, wiha jî nêzîkatiya xwe ji pirsgirêka Kurd re eşkere daniye ortê. Li beramberî vê, bizava me daxuyaniyên hişyariyê daye, pêşniyarên Rêbertiya me ji bo pêvajoya çaresriyê zêde bûne, lê piştî ku rewş neguhert paşvekişîna gêrîla hatiye rawestandin. Lewma pêvajoya demokratîkbûnê ku ji hêla tevahiya cîhanê ve bi heyecan pêşwazî bû, ji ber van nêzîkatî û ferasetên dewleta Tirkiyê hatiye noqteya xetimînê. Divê were zanîn ku heke çareseriyek bibe jî dê bi nasîna vîn û çanda Rêber APO û gelê Kurd bibe.

Hukûmeta AKP’ê PDK jî girtiye cem xwe, hewl dide gelê me li Rojava paşve bide û wiha jî pêvajoya demokratîkbûnê ku Rêbertiya me li Tirkiyê daye destpêkirin li gor berjewendiyên xwe bizivirîne. Hesab kiriye heke bikaribe li Rojava biser bikeve dê hîna bêtir ji bizava me tewîzan bistîne. Lê ev hesab bicih nehatine. Li Rojava serketîbûn li milekê, çeteyên El Nûsra ku alîkarî didayê paşveketine. Pir cih ku gelên Kurd, Ereb û Xirîstiyan lê dijîn ji çeteyan hatine rizgarkirin. Di encam de, AKP careke din bi îflasa polîtîkayên înkar û bêçareseriyê re rûbirû maye. Mijara ku AKP tê de xitimiye tenê pirsgirêka Kurd nîne, ti hesabên AKP’ê pêk nehatiye. Tirkiyê ji mudaxeleya hovane ya li dijî Lîbyayê re pêşengtî kir, lê belê ew ji xenîmetan wek ku dixwest nekirin xwedî par. Birayên Misilman ku li Misirê bûn desthilatdar û heman xeta îdeolojîk parvedikirin, wek AKP’ê heya dawî xwedî feraseta rêvebiriyê ya antî-demokratîk bû, bi darbeyê hate daxistin. Li Misrê hevgirek AKP’ê nemaye, di rewşa  wiha de jî bi desthilatiya heyî re di nav pozîsyoneke bêtêkîlî de ye. Ji bo ku mudaxeleyê li ser Sûriyê rewa bike û rêvebiriya Esed têk bibe, ti derî nema ku serî lê nede û ti grûba çete nema ku alîkarî nedeyê. Lê negihîştiye encama ku dixwaze; mûdaxele rastê mêzînên hêzên hegemon hatiye, çeteyan nekarîn li dijî rejîmê biser bikevin. Piştî ku alîkariya çek a AKP’ê ji bo welatên Efrîqa û muxalîfên wek Yemenê derkete holê jî, li cem rojavayiyan û hêzên herêmî bi sedemên cihê be jî kete pozîsyona dilgumaniyê. Fêm bûye ku hemû dewletên ku dixwaze bi wan re têkîliyeke baş xuyanî bibe, çala wan kolaye, bi wan re bûye dijminê sereke. Têkîlya bi Sûriyê, Lîbya, Îran, Iraq, Yewnenîstan, Ermenîstan û herî dawî jî Misirê re gihîştiye xala dijbertiyê. AKP li berevajoyê konjonktura ku pêşdikeve sekiniye û di ti mijarekê de nekariye encam bigre û pir cidî tengav bûye. Eşkere bûye ku karakterê AKP ê bingehîn; ne ku pirsgirêkan çareser bike, pirsgirêkan bike melzemeya dirêjkirina desthilatdariya xwe, mijûl dike û dereng dixîne. Pirgirêka tûrbanê ku herî zêde bangeşeya wê dike ruxmî ku 12 sal bi ser desthilatiya wî derbas bûye jî nekariye çareser bike, di vê mijarê de hîna jî polîtîkaya mexdûriyetê pêş dixîne. Hukûmeta AKP’ê hatiye ser durêkê. Yan dê ji vê helwesta xwe dest biqere, di serî de pirsgirêka Kurd ji pirsgirêkên herêmê re bi rêya çareseriyê nêzîk bibe, an jî dê were derbaskirin.

Derketiye holê ku hêzên di qalibên zihnî yên kevn de li berxwe didin, di pêvajoya kaosa heyî de xwe li ser piyan bigrin jî, dê nikaribin wek berê bimeşin jî. Li beramberî rejîma Sûriyê mudaxeleya leşkerî di rewşa heyî de ji rojevê derketibe jî, nikare were gotin bi tevahî derveyî rojevê ye, dê zextên ji bo guherîna rejîmê jî bidomin. Ev eşkere ye ku heke mudaxeleya leşkerî li Sûriyê neyê kirin jî êdî guherîna rejîmê jêneveger e. Ne Kurd, ne jî hin aliyên muxalîf wek berê tevlî nabin. Li Rojava hem li beramberî hêzên rejîmê, hem jî li dijî çeteyên muxalîf ku Tirkiye û PDK alîkariya wan dike, berxwedana ku pêşdikeve bi awayeke xwezayî herêma Kurdistanê kiriye xweser. Li kêleka vê pergala xweseriya Demokratîk jî bi her milî ve tê înşakirin. Rewşek ji vê paşvetir, êdî qet nayê pejirandin.

Ji hêla tevahiya dewletên statukoparêz ve jî êdî pirsgirêk wek berê nikare were bidestgirtin. Hewldana Îranê ji bo ku Sûriyê li ser lingan bigre, bi armanca ku êrîşên li ser xwe dereng bixîne an jî heke mumkn bibe bide sekinandin e. Lê belê pir baş dizane ku ev çareseriyeke demdirêj nîne. Bi vê sedemê jî dixwaze wer xuyanî bike ku bi guhertina desthilatiyê li hev dike û ji guherînê re vekirî ye. Yekane rêya Îranê ew e ku di esas de xwe bispêre dînamîkên xwe yên hundirîn û demokratîk bibe. Ji bo avaniyên xweser ên demokratîk vekirî be. Êdî nema dikare bi îdam û zextên dijwar hebûna xwe bide domandin. Heke demorkatîkbûnê biser nexîne, heke ji derve mudaxeleya leşkerî pêşnekeve jî, di hundir de teqîn jêneveger e. 10 sal e ku li Iraqê mudaxele hatiye kirin lê hîna jî xwe komî ser hev nekiriye, cudahiyên mezheb û olî li ser bingeha yekîtiya demokratîk nekirine sîstem. Hîna jî bi hezaran kesên sivîl ji ber pevçûnên hundirîn dimirin, cihêtiyan kûr dikin û pevçûn gur dibin. Ji aliyekê ve ji ber beralîkirina (yonlendîrme) Iranê, ji hêleke din DYE, ji hêleke din ve jî Tirkiyê ji bo berjewendiyên xwe, yekîtiya welatê Iraqê li ser tayê derziyê ye. Rêya çareseriya bingehîn a Iraqê jî ew e ku bikaribe li ser esasê feraseta netewa demokratîk biguhere. Heman tişt ji bo dewletên din ên herêmê jî hewce dike. Li Lîbya û Tunûsê jî heman kiryarên antî-demokratîk hakim in, Misir li ber sikratê ye. Hema bêje yê hatî ji yê çûyî xirabtir e. Ji van encaman jî diyar bûye ger ku ji kasosê bi sîstemên demorkatîk derketin çênebibe, dê buhranên civakî dewam bikin.

Ji aliyeke dîtir ve, ger ev pêvajo ji hêla jinê ve werin bidestgirtin, dê me bi tabloyeke hîna vexîm re rûbirû bihêle. Li welatên ku mudaxele lê hatine kirin herî zêde jin û zarok mirine, bi her awayî mexdûr bûne. Li Iraqê hejmara jinên ku rastê tecawizê hatine û bi sedemên cuda ketine nav fuhûşê pir zêde ye. Rewş li Lîbya, Sûriye û Misrê jî dişibe vê. Bê îstîsna, hemû desthilatiyên ku bi dewsa yên hilweşiyayî hatine, li gor yên kevn biryarên hîna hişk li dijî jinê derxistine. Qanûnên şeîetê belav kirine, lixwekirina çarşef, mehrûmûkirina jinan ji mafê siyasî, aborî, civakî, di temeneke zarok de zewicandin, zewaca zilamekî bi çar jinan, ev xal tev ketine zagonên nû. Her wiha wehşeta ku di şertûmercên şer de li ser jinan pêk tên, hiş di serê mirov de nahêle. Rêxistinên ku qaşo bi nasnameya Islamî li beramberî hêzên statukoparêz şer dikin, lê di esas de xulamê hêzên hegemon ên rojavayî ne, jinê heta wek însan jî nabînin. Bûyerên wek tecawiza komî li jinan, zewaca saetekê, li jinên ku ne misilman tecawizkirin û paşê jî kuştina wan, heta tecawiz li zarok û jinên mirî jî kirin, reva dîtina vê nîşan dide ku zihniyeta zilam a desthilatdar gihîştiye lûtkeya xwe. Li Rojhilata Navîn çi di êrîşên statukoparêz, çi jî êrîşên hêzên rojavayî de yekemîn hedef jin bûne. Leşkerên hêzên rojavayî jî, leşkerên hêzên statukoparêz jî, çeteyên ku bi navê muxalefetê derxistine meydanê jî cihên ku dagir dikin, di serî de dibin xwediyê jinên wir. Di rewşa heyî de beriya her tiştekê pirsgirêka jinê ya mafê jiyanê û mafê parastina xwe ji tecawizê heye.

Hewayê giştî yê şer li herêmê bûye sedem ku li cihên hîna şer nepişkiyê jî karakterê zilam ê desthilatdar xurt bibe. Li Tirkiyê bûyerên şîdeta li ser jinê bûne bûyerên rojaneyî yên jirêzê, zagon qatil û tecawizkarên jinana teşwîq dikin, diyar dikin ku jin çend zarokan bînin, qedexekirina kurtajê, jin ne bi nasnameya xwe bi nasnameya malbatê têne qebûlkirin, zextên pir-alî yên wiha hene. Li Îranê jin xwedî qabiliyeteke mezin a şoreşê ne û asta tevlîbûna wan di qadên siyasî, aborî, zanistî, civakî û perwerdehî di asta herêmê de pir bilind e li jêr zextên şerîetê de ne. Ji hêla din ve jî di demên dawî de livûtevgera wan bi hebûna zilam ve girêdan e, mafên wan ên perwerde û siyasetê jî hatiye tengavkirin. Li welatên Ereban zextên li ser jinan ji van hîna dijwartir e. Wiha ku li hin cihan hîna mafê wê yê hilbijartin û hilbijirînê nîne. Li Rojhilata Navîn ji bilî polîtîkayên zextkar ên dewletên muhafezekar, her wiha siyaseta metakirina jinê ku lîberalîzm bi rêya medya û qadên hunerê pêşdixîne bi hemû leza xwe didome. Bi vî awayî jî dixwazin feraseta jiyanê ya kapîtalîzmê ya ferdperest ku çavan girê bide, lê hundirê wê vala ye hakim bikin, wiha jî pirsgirêka jin û civakê ya azadiyê dikin girêkor. Jinê di warê fikrî, ruhî û livûtevger de li jêr zextan digrin wiha jî wer dihesibînin ku civakê hîna bi rehetî birêve bibin. Di herêma me de li jêr qirkirina li ser gean qirkirna jinê bicih kirine.

Li pêşberî encamên zext û daxistinê (duşurmek), jinan ji êşên xwe hîn zêdetir ders wergirtine, têgihîştina berxwedaniyê li gor berê pir pêşketî ye. Di nav têkoşîna azadiya Kurdistanê de jin xwedî rola pêşeng in û li Kurdistanê pêkhatina şoreşeke civakî jî pêşketineke îstîsnayî ye, li kêleka vê jinên herêmê jî pir hewldanên wan ên girîng ên ramyarî, rêxistinî û çalekî derketiye holê. Li gelek welatên Ereban li beramberî rejîmên statukoparêz, jinan di nav muxalefeta gel de pêşengtî kirin. Pêşengtiya jinan li Misir û Tunûsê muxalefeta gel a demokratîk û azadîxwaz xurt kiriye. Lê li van deran piştî ku desthilatî guherî qanûnên ku derketin bi tevahî dijberê jinê bûne. Careke din fêm bûye ku di nav têkoşînên giştî de ji bo ku keda jinê neyê xwarin û nekeve bin teserufa zilamê desthilat, hewce dike jin hevgirtî bin. Di serî de li qadên mehelî li tevahiya herêmê jin li ser bingeha feraseta azadîxwaziyê, ber bi êxistinbûnên hevebş ve biçe û pêşxistina projeyên hevbeş ên çalekî û tevgerbûnnê di asta jiyanî de girîng e. Jinên herêmê hîna zêdetir diyar dikin ku pirsgirêkên jinê yên azadiyê bi qasî ku aliyên wê yên dîrokî heye, wek pirsgirêkeke rojane li benda çareseriyê ye. Li her ciheke Rojhilata Navîn ev pêdivî roj bi roj xwe ferz dike, bi vê re jî hin pêngavên girîng têne avêtin. Di vê mijarê de ezmûnên têkoşîna bizava azadiyê û îdeolojiya rizgariya jinê ya Rêber APO bi elaqeyeke mezin pêşwazî dibe. Li Amedê konferansa Rojhilata Navîn a jinê li herêmê, pêngavek pir xurt bûye. Hemû jinên xwedî lêger ku ji tevahiya welatên Rojhialta Navîn hatibûn, bendewariyên xwe ji Rêber APO û têkoşîna azadiya jinê îfade kirin. Konferansê nîşan daye ku jinên herêmê li derdora xwesteka azadiyê bibin yek dê ji yekîneyên demokratîk ên gelên Rojhilata Navîn re pêşengtiyê bikin. Ango hem pirsgirêkên jinê, hem jî pirsgirêkên azadiya gelên herêmê ji hêla jinan ve bi berpirsyariyeke mezin hatiye nîqaşkirin. Pêngavên ji vê pêve were avêtin hewce dike bibin xebatên ku encamên wan ên avanî û pratîkî hebin, ev ji bo ku rastiya civakîbûna di eksena jinê -ku cewhera herêmê ye- û nirxên demokratîk derkevin holê, pir girîng e.

Di pêvajoya kaosê de rêya sêyemîn ya ku li ser bingeha paradîgmeya Modernîteya Demokratîk alternatîfa yekane ye, bi hêviyên mezin tê pêşwazîkirin. Modela netewa demokratîk ku li Rojava dibe pergal, ji bo gelên herêmê jî mînak e. Ger ku avaniyên azadîxwaz ên demokratîk bikaribin qalibên zayendparêzî, netewperestî, olperestî û desthiltdarî bişkênin, herêma me dê dîsa bibe meke-kanala herikîna dîrokî ya gerdûnî, mirovahî li cihê wenda kiriye dê qezenc bike. Rêbertiya me heta di şertûmercên esareta Îmarliyê ji kaosa sîstemî ya avanî re çareserî pêşdîtiye û li dijî her cure êrîşên kapîtalîzmê bûye navenda berxwedanê, vê rastiyê jî asoya azadiyê mezin kiriye. Heke azadî, ewlehî û tendurûstiya Rêbertiya me pêk bê, pir eşkere ye ku dê ji serdema azadiya civakî re rêbertiyê bike. Di vê wateyê de bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya rêbertiya me, ji bo azadî û yekîtiya demokratîk a gelan û azadiya jinê jiyanî ye. Li ser bingeha paradîgmeya modernîteya demorkatîk a Rêber APO û rêbertiya pratîkî ya Rêber APO, em ê bigihîjin siberojên azad.   

© 2019 PAJK Partiya Azadiya Jin a Kurdistan