BERXWEDANA ÇANDÎ YA LI ROJHILATA NAVÎN

Ekîn RONÎ

Rojhilata Navîn hem ji bo gelan hem jî ji bo dewletan qadeke jiyanê ya girîng e. Lewre bingeh û cewhera jiyana mirov li vir e. Rojhilata Navîn dergûşa mirovahiyê, ji wê jî wêdetir hembêza dayikê ya ji bo mirovahiyê ye. Di dîrokê de gelek tişt cara pêşîn li vir hatin afirandin.

ZANISTEKE NÛ: JINEOLOJÎ

elê xwendevanên hêja. Di vê meha bihurî de konferansa Jineolojî hate lidarxistin. Li ser vê konferansê me bi mêvanê xwe bi endama komîteya Jineolojî brêz Sema Amed re guftugoyek kir. Em dixwazin vê guftugoyê bi we xwendevanên xwe re jî par ve bikin.

Sterk Garzan: We konferansa Jineolojî cara yekemin di qadên çiya de lidarxist. Em dixwazin destpêkê ji we pirsa Jineolojî çi ye bikin? Pişt re pirsên xwe yên din bikin.

Sema Amed: Jineolojî zanisteke nû ye. Zanisteke di çarçoveya jinê de, bi navenda jin û li derdora jinê tevahî civakê û jiyanê nirxandine. Jineolojî zanista jin û jiyanê a civakî ye.Dema zanisteke civakî ne be ji civakê qut û ji xwe bi eqlê mêrê serdest tê lidarxistin ew civak. Tu dinêrî civakê ava nake. Ew civakîbûna jinê ya ku bi deh hezarsalan e çêkiriye bi hezar û yek kedî, mirov kiriye mirov hetanî îro aniye ev zanistên heyî hemû vê civakîbûnê belav dikin. Wê civakê dixin xizmeta desthilatdarî. Komeke biçûk serdestî û bindestî çêdibe, feqîrî û dewlemendî çêdibe hwd. bi her cure dubendî di civakê de çêdibe. Evana hemû encamê mêrê serdest in.

Hatime Dîtina Te

JI Pênûsa Gêrîla

Îro ti wan çiyayê mor cardin vebibêje… di çemên berbi Avaşînê di herikin  cardin behsa meşa me bike. Di nav şikêrên tûj û zor bi nepenî de bi matmayînek hembêzkirina bi coş berxtewariya me bibêje. Ma em ketibûn nav zeviyekê, an wê rojê çiyayan fîstanekî bi kulîlka li xwe kiribûn? Di pêşveçûna her gavekê de reng vedugherîn sor.

DEMA HÊVİYÊ JİYANÊ NAMÎNE…!

Laleşîn Malik

Civaka xwezayî li ser bingehên nirxên jin ê afirêner hatiye avakirin. Ev nirx û afirandin avakirina jiyanê bixwe ye. Lê bi derketin û destavêtina heşmendiya zilam ya  van nirxan, pergala civakî dest dayê guhartin. Bi destê rahîbên Sûmera civaka desthiyaldariya zilam ya hatiye avakirin bi tecawuza jiyana jinê xwe weke çanda şaristaniyê da avakirin, weke çanda jiyanê xwe bi rêya nifşên nû derbasî pêşerojê kir. Ev çand heta niha didome. Di roja îrode hemû nêzîkatiyên jixwe wêdetir dîtin, xerabî, biyanîkirin, pûçkirin, desthilatî bingehê xwe ji vê çanda tecawuzê digire.

Rondikên We Diramûsim

Dêrsim Zêrevan

Di nava çend kêliyan de min digot qeyî dilê min nema di qefesa sînga min de hiltê. Her ku diçû diwerimî û mezin dibû. Lê dîsa jî ew di ber gotin, hest û rondikan re nedigiha. Ne digiha ku hemûya di kewara xwe de zeft bike. Ne digiha ku hemûya ji ber bike. Himêz û destê xwe di ser de bibe. Gelo, dile min biçûk bûye an lewaz bûye? Di nava çend kêliyan de min dilê xwe di dadgeha wijdanê xwe de da ber lêpirsînê, bê ka ev çi û ne çiye.

Jin ji bo Rêbertî û Azadiya Xwe di Nav Çalekiyê de ne

Nûjiyan Erhan

Li çiyayên azad pêngavên dîrokî û girîng têne avêtin. Jinên Kurd 6. Civata Jinên Azad dinavbera dîroka 5 û 9’ê Cotmehê li darxist. Di vê civatê de dîmenên rengîn, kêliyên hestiyar û nirxandinên pir xurt derketin holê. Ev civat li ser esasê nirxandina pratîka du salên borî ya xebatên jinê,diyarkirina plansazî û perspektîfên pêşerojê kombû.  Bi giştî 120 hevalên jin, ji hemû qadên di bin sîwana KJB’ê de cih digrin; YJA, YJA-Star, PAJK û Jina Ciwan beşdarî vê civatê bûn. Bêguman kombûna 120 hevalên jin li cihekê, bi xwe re dîmenên pir cuda jî anî. Piraniya hevalên ku demeke dirêje di nav têkoşîna azadiyê de ne û demekî dirêje ji hev qut in, dema hev dîtin pir kêfxweş bûn û ji ber di nav xebata azadiyê de mil bi milê hev têdikoşin û qada xwe ya têkoşîn mezintir dikin, pir şad bûn, vê jî dîmeneke pir xweş anî holê.

Salona civatê bi rengên kesk û kremî hatibû dorpêçkirin. Bi durûşmeyên “Şehîd Rûmeta Tekoşîna Me ye” “Jin Pêşenga Avakirina Netewa Demokratîk e”, “Dem Dema Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad e” “Jin di Avakirina Civaka Exlaqî û Polîtîk de Hêza Pêşeng e” salon xemilî bû. Her wiha bi sê zaraveyên kurdî ango Soranî, Dimilkî û Kurmancî jî hatibû nivîsandin; “Zimanê Me Rûmeta Me ye” “Azadiya Rêber Apo Azadiya Jinê ye”. Di kuncikê axaftvan de wêneyên Rêbertî û hevala Sara (Sakîne Cansiz) hatibû daliqandin. Wer xuya dikir ku hevala Sara û Rêbertî li hev mêze dikin û xendeyeke geş li ser rûyê wan dilê mirov dadigirt. Kesên ku derdiketin û diaxivîn wek ku li pêşberî Rêbertî û hevala Sara bûn, diketin nav kelecanê. Di salonê de wêneyê hevalên jin yên pêşeng ku di berxwedana azadiyê de şehîdbûne jî hebû. Di vê civatê de hevala Rojîn, Çîçek, Sorxwîn, Bêrîtan, Nûda, Viyan, Rojbîn û Ronahî bi me re bûn. Keneke nû bişkovî li ser rûyê wan,bi roniya çavên xwe em silav dikirin.

Axaftina vekirinê ya civatê ji hêla hevseroka KCK’ê hevala Besê Hozat ve hate kirin. Dîvana civatê ji pênc kesan pêk dihat. Destpêkê perspektîfên Rêbertî hatin xwendin. Piştre hevdîtinên Rêbertî yên bi Birayê xwe re, hate xwendin. Wek ku Rêbertî di nav civatê de bû û li gor pêdiviyên me xalên hewce lib bi lib dida xuyakirin. Ji bo demên pêşiya me jî rêya têkoşîna me ronîtir dikir. Piştî perspektîfên Rêbetî, rapora qadan ya du salan hate pêşkeşkirin. Her qad xebatên xwe li gor ku daye meşandin û xalên ku kêm maye, tiştên ku pêşerojê divê bikin bi berfirehî di rapora xwe de nirxandibûn. Bi taybet rapora YJA-Starê bi berfirehî di Hemleya Şerê Gel ê Şoreşgerî de beşdarbûna hevalên jin, hevalên ku ji bo serkeftina hemlêyê canê xwe feda kirin û tevlîbûna fedayî ya kadroyên jin pir baldar hatibû destnîşankirin û hemû beşdarên civatê ji pêşketina jinê di qada leşkerî û xweparastinê de pir şanaz bûn. Bêguman di vê hamlê de tiştên ku kêm mabû jî hatibûn ziman. Ji ber her çend kedeke mezin hatibe dayîn jî encama ku dihate xwestin û bikaribe ji demê re bibe bersiv nehate raberkirin.

Piştî rojeva xwendina raporan civat derbasî rojeva siyasî bû. Di beşa siyasî de şoreşa Rojava bi berfirehî hate bidestgirtin.Wek tê zanîn li Rojava şoreşeke berfireh a gel tê meşandin. Bêguman ev şoreş wisa ji carekê ve derneketiye. Di encama keda 40 salan a ku Rêbertî pêşxistiye û di şert û mercên Îmraliyê de hîna jî vê têkoşînê dide, herwiha di encama rêxistinbûna gel zemînê vê şoreşê avabû û pêşket.

Hate gotin ku planên pir taybet li ser Rojava hene, destpêkê hêzên hegemon xwestin avaniyeke netewperest wek li Başûrê Kurdistanê li Rojava pêşbixin, lê bi hişyarbûna gel û tevgera azadiyê ev plan hate valaderxistin û rêxistinbûna gel bi lez û bez hate tenzîmkirin. Bi berxwedana li hember çeteyên El-Nusra re jî baweriya ji bo xeta azadiyê zêdetir bû û îro gelên heremê ref bi ref beşdarî xeta me ya alternatîf dibin. Lê şerê ku li Rojava tê meşandin, ne tenê li dijî çeteyên girêdayî El-Qayîdeyê ye. Ev hêz bi piştgiriya dewletên DYE, Tirkiye û hukûmeta herêmê dixwaze li Rojava dewleteke Îslamî avabike. Ji bo vê di meha Remezanê dejî êrîş dijwar kirin. Armanca wan ew bû ku roja eydê dewleta Îslamî îlan bikin, di axaftinên bêtêlê de jî ev pir vekirî dianîn ziman. Hemû hêza ku şandibûn kesên qaşo fedayîbûn û bi çavkorî bi ser gel de diçûn. Lê nizanîbûn ku ev gel jî fedayiyê azadiyê ye. Di van şerên herî giran de li hemû qadên di bin kontrola YPG û YPJ’ê bi taybet hevalên jin di kordînêyê de cih girtin. Em dikarin bêjin di berxwedana Rojavayê Kurdistanê de jin pêşenga parastin û avakirina jiyana azad e.

Çawa ku jina Kurd di van du salan de li qada çiya û rojavayê Kurdistanê ji bo parastina nirx û destkeftî û pêşxistina şoreşa azadiyê pir çalak beşdarî kiriye, di heman demê de tevlîbûna jinê ya qada siyasetê jî di civatê de bi berfirehî hate nirxandin. Bi giranî civata jinê li ser vê mijarê bal kişand ku divê hem tevlîbûna jinê di nav siyasetê de zêdetir bibe, hem jî divê tevgera azadiya jinê xwe zêdetir bide naskirin û giranî bide xebatên dîplomasiyê. Bi şahadeta heval Sara, Rojbin û Ronahiyê re derkete holê ku berxwedana jinên Kurd bandoreke pir mezin li tevahiya cîhanê kiriye. Divê ev bandorkirin bizivire bi ser îtîfaqeke mayînde û vegere hêzeke hevpar a hemû jinan. Divê nexşe rêyeke wisa derbikeve ku li hember hemû êrîşên ku jinan hedef digre,bi giştî tevgerên jin û jinên di cîhanê de bi hevre têkevin nav çakekiyê. Ji bo vê mijarê jî gelek nîqaş û nêrîn derketin holê. Ev biryardarî derkete holê ku tevgera azadiya jinê ji xebatên dîplomasiya bi rêxistin û saziyên jinan ên cîhanê li her derê di nav pêwendî de be û giranî bide xebatên wiha.

Pêvajoya çareseriyê ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin û hukûmeta AKP’ê ji bo wê xira bike û rê li ber şerê gelan vebike hertiştî ku ji destê wî tê dike, bi kûrahî hate nirxandin. Rêbertî ji bo vê pêvajoyê li gor berjewendiya gelan ve pêşbixe 24 seatan kar dike. Di paraznameya 5. de jî Netewa Demokratîk bi kûrahî hatiye nirxandin. Civatê anî ziman ku tişta ku dikeve ser milê me, tenê pêkanîn û pratîzekirina parêznameyê ye. Jin dê çawa bikaribe Netewa Demokratîk pêşbixîne, kêmanî û astengiyên li pêşiya me, bi pir aliyan ve hate nirxandin.

Di rûniştên civatê de yek ji mijara din ku li ser hate rawestîn jî girîngiya hevserokatiyê, ji bo me bû û pêwîstiya pergala hevserokatiyê di hemû qadan de hate ser ziman.

Civata jinê piştî nirxandinên pir-alî û girîng di derbarê rojeva siyasî, ji beşa siyasî derbasî beşa birdozî bû. Di beşa birdozî de pirsgirêkên kadro, terzê xebatê û pirsgirêkên meyên bîrdozî hatin bidestgirtin. Di heman demê de texrîbatên pergala kapîtalîst ên ku li ser kesayet û civakê daye çêkirin hate nirxandin û li ser rêbazên têkoşînê li hember kapîtalîzmê bal hate kişandin.

Di vê navberê de hate gotin ku divê her qad kadroyên xebatê birêxistin bike, pêşbixe û xebatên din jî xwedî bike. Di hemû qadan de hejmar û keda hevalên jin pir e, lê ji encama ku îro derdikeve pêş jî diyar dibe ku divê jin di xwedîderketina keda xwe zêdetir baldar be. Di têkoşîna zayendî de asta heyî bilind û pêş bixîne, li hember pergala desthilatdar a zilam xeta azadiyê esas bigre û ev wek erka sereke ya jinan hate nirxandin. Di civatê de girîngiya xebatên akademî û pêşxistina perwerdeyên bi zimanê dayîkê jî derkete pêş. Her wiha parastina cewherî ya jinan û parastina rewa bi berfirehî hate nirxandin. Hate gotin ku YJA-Star wek hêza parastina jinê divê li hember qetliyam û qirkirinên li ser jinê tê meşadin, tedbîrên mezin werbigre. Aqilê zilam nikare tehemûla renk û dengê jinê bike. Ji bona ku jinê li ser rûyê erdê rabike hemû êrîşên hovane pêş dixîne. Divê jin jî li hember van êrîşan bi tedbîr û hişyar bibe. Ev jî erka YJA-Star û hêzên parastinê ye. Di van xalan de jî gelek nîqaş hatin meşandin. Piştî nirxandina beşa rêxistinî, biryar û plansazî hate kirin. Di beşa plansazî de biryarên ku ji bo Rêbertî hatin girtin gelek girîng bûn. Biryara pêşxistina rêze-çalekiyên ji bo azadiya Rêbertî, di delegeyan de heyecaneke mezin çêkir. Di roja dawî ya civatê ango 9’ê Cotmehê ku salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêbertî ye, ji bo şehîdên têkoşînê bi taybet jî şehîdên “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” deqîqeyekê rêz hate girtin. Endama kordînasyona YJA’yê Dîlan Malatya li ser komploya navnetewî û berxwedana Îmraliyê axaftin kir. Bi biryardarî hate gotin ku serkeftina civatê bi azadiya Rêbertî re pêkan e.

Di dawiya civatê de konseya Rêveberiya KJB’ê ji her çar qadan hate hilbijartin. Piştî hilbijartinê endama Kordînasyona PAJK’ê Roza Pinar axaftina girtinê kir. Durûşmeya civatê wek “Emê di xeta Sarayan de bi Rêbertiya azad û nasnameya azad ber bi serketinê ve bimeşin” hate diyarkirin. Civat bi biryardariyeke xurt, sekneke bi îdea, coş û moraleke bilind bi dawî bû.

© 2019 PAJK Partiya Azadiya Jin a Kurdistan