BERXWEDANA ÇANDÎ YA LI ROJHILATA NAVÎN

Ekîn RONÎ

Rojhilata Navîn hem ji bo gelan hem jî ji bo dewletan qadeke jiyanê ya girîng e. Lewre bingeh û cewhera jiyana mirov li vir e. Rojhilata Navîn dergûşa mirovahiyê, ji wê jî wêdetir hembêza dayikê ya ji bo mirovahiyê ye. Di dîrokê de gelek tişt cara pêşîn li vir hatin afirandin.

ZANISTEKE NÛ: JINEOLOJÎ

elê xwendevanên hêja. Di vê meha bihurî de konferansa Jineolojî hate lidarxistin. Li ser vê konferansê me bi mêvanê xwe bi endama komîteya Jineolojî brêz Sema Amed re guftugoyek kir. Em dixwazin vê guftugoyê bi we xwendevanên xwe re jî par ve bikin.

Sterk Garzan: We konferansa Jineolojî cara yekemin di qadên çiya de lidarxist. Em dixwazin destpêkê ji we pirsa Jineolojî çi ye bikin? Pişt re pirsên xwe yên din bikin.

Sema Amed: Jineolojî zanisteke nû ye. Zanisteke di çarçoveya jinê de, bi navenda jin û li derdora jinê tevahî civakê û jiyanê nirxandine. Jineolojî zanista jin û jiyanê a civakî ye.Dema zanisteke civakî ne be ji civakê qut û ji xwe bi eqlê mêrê serdest tê lidarxistin ew civak. Tu dinêrî civakê ava nake. Ew civakîbûna jinê ya ku bi deh hezarsalan e çêkiriye bi hezar û yek kedî, mirov kiriye mirov hetanî îro aniye ev zanistên heyî hemû vê civakîbûnê belav dikin. Wê civakê dixin xizmeta desthilatdarî. Komeke biçûk serdestî û bindestî çêdibe, feqîrî û dewlemendî çêdibe hwd. bi her cure dubendî di civakê de çêdibe. Evana hemû encamê mêrê serdest in.

Hatime Dîtina Te

JI Pênûsa Gêrîla

Îro ti wan çiyayê mor cardin vebibêje… di çemên berbi Avaşînê di herikin  cardin behsa meşa me bike. Di nav şikêrên tûj û zor bi nepenî de bi matmayînek hembêzkirina bi coş berxtewariya me bibêje. Ma em ketibûn nav zeviyekê, an wê rojê çiyayan fîstanekî bi kulîlka li xwe kiribûn? Di pêşveçûna her gavekê de reng vedugherîn sor.

DEMA HÊVİYÊ JİYANÊ NAMÎNE…!

Laleşîn Malik

Civaka xwezayî li ser bingehên nirxên jin ê afirêner hatiye avakirin. Ev nirx û afirandin avakirina jiyanê bixwe ye. Lê bi derketin û destavêtina heşmendiya zilam ya  van nirxan, pergala civakî dest dayê guhartin. Bi destê rahîbên Sûmera civaka desthiyaldariya zilam ya hatiye avakirin bi tecawuza jiyana jinê xwe weke çanda şaristaniyê da avakirin, weke çanda jiyanê xwe bi rêya nifşên nû derbasî pêşerojê kir. Ev çand heta niha didome. Di roja îrode hemû nêzîkatiyên jixwe wêdetir dîtin, xerabî, biyanîkirin, pûçkirin, desthilatî bingehê xwe ji vê çanda tecawuzê digire.

Rondikên We Diramûsim

Dêrsim Zêrevan

Di nava çend kêliyan de min digot qeyî dilê min nema di qefesa sînga min de hiltê. Her ku diçû diwerimî û mezin dibû. Lê dîsa jî ew di ber gotin, hest û rondikan re nedigiha. Ne digiha ku hemûya di kewara xwe de zeft bike. Ne digiha ku hemûya ji ber bike. Himêz û destê xwe di ser de bibe. Gelo, dile min biçûk bûye an lewaz bûye? Di nava çend kêliyan de min dilê xwe di dadgeha wijdanê xwe de da ber lêpirsînê, bê ka ev çi û ne çiye.

Duyemîn Konferansa Çapemeniya Jinê

Nujîyan Erhan

Wekî her carî jinên Kurd pêşengiyê jinên cîhanê dikin. Li çiyayên Kurdistanê Duyemîn Konferansa Çapemeniya Jinê di navbera 25 û 29’ê Îlonê de bi beşdarbûna 56 delegeyan hat lidarxistin. Ji çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat gelek rojnamevanên jin beşdarî vê konferansê bûn. Axaftina vekirina konferansê berdevka KJB’ê Elîf Pazarcik kir. Pazarcik rola jinan di çapemeniyê de nirxand û girîngiya ku Rêber Apo dida çapemeniyê anî ziman. Piştî axaftina vekirinê dîwanekî ji sê kesan hat diyar kirin. Di konferansê de raporên qadan, beşa siyasî, beşa rêxistînî û beşa biryaran wek rojev hate destgirtin.

Destpêkê di nav perspektîfên Rêber Apo de ji beşên girêdayî ragihandinê hatibû berhevkirin hat xwendin. Piştre rapora navenda çapameniya xweser ya sê salan û raporên qadan hatin xwendin. Di beşa siyasî de rojeva sereke Rewşa Rêber Apo bû. Berxwedana Rêbertî ya di pênçika pergala Îmrali yê de pêş dixe berfirah hate nirxandin.  Rewşa rojava, pergala xweseriya demokratîk û giringiya wê ya ji bo kurdan hat destnîşan kirin. polîtîkayê AKP’ê ya xapandin û mujilkirinê, li hemberî pêvajoya çareseriyê ya ku Rêbertî pêş dixe lîstokên ku tên zîvirandin û li Rojavayê Kurdistanê bi çeteyên girêdayî El Kaîde re xwesteka hêza Kurdan lewaz xistin hatin ziman. Di demekî wisa ku her roj di Tirkî herî kêm 5 jin tên kuştin, li seranserê Cîhanê de qetlîamên pir mezin, buyerên destwerdan û destavêtinê her roj ji roja din zêdetir dibe de li hember van bi rêxistinbûna jinê bersiv dayin, berxwedana jinan pêl bi pêl bilind kirin weke vegera cewhera jinê hate nirxandin. Di vê berxwedanê de rola jinên Kurd û Tevgera Jina Azad hate ser ziman. Di heman demê de di pêvajoya ku konferans dihate li darxistin de li Tirkî doza qirkirina çapemeniya azad dihat dîtin. Berxwedana endamên çapemeniya azad hatin silav kirin û nêzîkbûna desthilatdaran li hember çapemeniya azad hat kirpandin.

Di beşa rêxistinî de di çapemeniyê de rengê jinê û bi nêrîna jinê weşan dikare çawa were kirin hate nirxandin. Pirsgirêkên pêşiya pêşketina çapemeniya jinê de heyî bi berfirehî hat pêdandinû li hemberî van pirsgirêkan divê çi were kirin hat nîqaş kirin û biryarên girîng di van xalan de hatin girtin. Ev pirsgirêk bi giştî wisa hate nirxandin;

Pergala desthilatdar ya mêr wek her qadê cîhanê, çapemenî jî desteser kiriye. Di çapemeniyê de zimanê nêr rolên civaka kevneperest zêdetîrîn belav dike û pêş dixe, li hemberî vê zimanê jinê pêş xistin û xwe li gorî vê rêxistin kirin erka hemu jinên di qada ragihandinê de cih digre ye. Rixmî ku hijmara jinan di qada ragihandinê de ewqas zêdeye jî nederketina berhemeke bi rengê jinê, çavkaniya xwe ji ne rêxistinbûnekî xweser digre. Ji ber ku karên ku tên kirin di bêjinga zilaman de derbas dibe.  Çiqas hijmara jinan di vê xebatê de zêde be jî ji ber ku di hemu erkên herî girîng de zilam cih digre, biryara dawî jî zilam dide û li gorî vê jî karê ku tê kirin li gor mêzîna zilaman pêk tê. Ji bo ev pergala heyî bişkê yekemîn divê di jinan de biryardarî, îddaya serkeftinê û xwedî derketina keda xwe pêşbikeve. Di heman demê de pêwîste li hember medya ya heyî ya ku di bin venêrîna yekdestiyan de ye û jinê wek biraserek dide nîşandan, wek metayekî zayendî lanse dike, weşanên alternatîf pêş xistin û têkoşîna azadiya jinê teyîsandin wek erkekî sereke were dîtin. Dema medya ya jin tê gotin tenê pirsgirêkên ku jin jiyan dikin, mexduriyet tê bîran, lê medya ya jin divê berxwedan û serkeftina jinan bi teyîsîne û bi çavê jinê hemu buyeran binirxîne. Ango medya ya jin ne ku tenê nuçeyên girêdayî jinan bigre dest heman demê de hemu nuçeyên heye bi çavê jinê bihune û bi nirxîne. Di vê alî de çapemenî ne bêalî ye. Berovajî di vê şerê jiyanê de çapemeniya jînê aliyê bindestan, gelan, jinan, zarokan û hemu kesên ku wek yên din tên dîtin de ye. Li hember zîhniyeta zilamê serdest, di medya ya ku wek hêza yekem ya civakê beralî dike de, bi cewhera jinê beşdarbûn dikare guhertin avabike. Medya ya alternatîf ya ku Tevgera Azadiyê dixwaze pêş bixe ancax li ser van xalan de dikare xwe pêşbixe.

Piştre rewşa rêxistînbûna çapemeniya jinê ya ji konferansa yekemîn heta niha hate nirxandin û pêdiviya çûndûna yekîtiyekî çapemeniya jinê hat destnîşan kirin. Di konferansê de biryara herî girîng avakirina Yekitiya Ragihandina Jinên Kurdistanê bi navê kurt RAJIN hate girtin. Bi vê biryarê re hemu jinên di qada çapemeniya azad de kar dikin û cih digrin di bin sîwanekî de ewê kom bibin û xwedî li keda xwe derbikevin. Wekî axaftina Rêber Apo ‘Rêxistinbûn çeka me ya herî mezin e’. Encax bi rêxistinbûnê em dikarin di çapemeniyê de rengê pergala desthilatdar ya mêr ji holê rakin û azadiya gelan û jinan di medya yê de biteyîsînin.

Ji bo avakirina kadroyên çapemeniya jinê biryara vekirina Akademiya Şehît Şîlan Aras hate girtin. Di heman demê de pêdiviya meteryalên di derbarê çapemeniya jinê de hatin ziman di vê derbarê de hin erk li pêşya navenda RAJIN’ê hate danîn.  

Encama konferansê de rêveberiya çapemeniyê jinê hat derxistin. Biryara du salan carekî konferansê çapemeniya jinê li darxistin hate girtin. Duruşmeya Duyemîn Konferansa Çapemeniya Jinê wek ‘Em di xeta Gurbetelî Ersoz de çapemeniya jina azad pêşbixin, jiyana azad avabikin’ hat diyar kirin. Konferans bi  duruşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû.

© 2019 PAJK Partiya Azadiya Jin a Kurdistan